Emmeran... Gundek e, li Hîlala Zêrîn li dergûşa şaristaniyê...
Platoyeke bi geliyan parçebûye û xwe ji aliyê rojava ve digihîne deşta Mezopotamya.
Li gundê Emmeran jiyan hê weke serdema neolotîk dewam dike.
Xwedîcihên yekemîn ên Emmerayê pêşiyên Kurdan Hûrîn e ku komên bi nijada xwe Aryenîne.
Emeran bi êl û eşîrî weke malbatên gundiyên azad dijîn.

Li gundê Emeran sinif nînin û hemû gundî xizan in, li derve rêncberî û karkeriyê dikin.
Emeran, li neçariyê weke çarenûs serwext bûne, ji afirandin û çêkirinê dûr in, xwe bi destê xwe li zindaneke dorvekirî hepiskirine.
Yek ji malbatên xwediyê vê rastiyê, malbata Ocalan e.
Jixwe ev navê di dîrokê de pir were hildan.
---------------- Navê wî Ebdullah e,
Yanî Ebd û koleyê Xwedê:
Lê ew ti car nebû kol û ebd.
Her çend hêzên xwedayî bi ser de biçin bila biçin, wî bawer dikir ku xwedî derketina li mirovê azad mezinahî û serbilindiye.
Wî hevalên xwe di efsaneyan de dîtibû.
Wî hevaliya bi Prometûs re bi şeref dît ku ji xwedayê xwedayan Zeûs agir dizîbû û can dabû mirovê ji heriyê hatibû afirandin.
Ew bi hevaliya leheng û fermandar Hektor serbilind bû ku li hemberî artêşa xwedayê xwedayan Zeûs li Troyê şer kiribû.
Wî bawer dikir ku ew dikare bibe kurekî baş ê jina evînê û xwedaya bereketê Îştarê ku ava jiyanê dîtibû.
Wî dengê diya xwe Uveyşê jî weke dengekî resen ê çanda xwedayan a dayikanî dît.
Serhildana diya wî ya li ser rêya ku rast dizanî bû, bandora xwe li Ebdullah jî dike.
Hezretî Ibrahîm pût şikandibûn, wî pûtên civakê yên ji kevneşopiyê dihatin hilweşandibû.
Hezretî Îbrahîm ber bi bajarên Kenanê ve meşiyabû, wî dest bi meşa ber bi Enqerê ve kiribû.
Dema Ebdullah ji gundê Emeran vediqete diya wî bang lê dike û dibêje: `Kesê tev li xebata te nebe, her kesê ji îstîfade bike, tê tenê bimînî.`
Ebdullah jî bêyî ku li pişt xwe bizîvire dimeşe û biryardariya xwe îfade dike `tişt nabe bila wisa be, ez bi biryarim bi tenê bimeş im.`
Abdullah OCALAN:
Li Enqereya 1970an ciwanên şoreşger dengê xwe xurt û bêtirs bûn. Li qadeke bi dafik wêrekî dihat dîtin. Eger ew qasê ku li koka te xwedî derbikevin wêrek û jidil tebigerin û eger hindik be jî hisa şerefê bi te re hebe, mumkîn nîne tu van ciwanan neşopîne. Şehadeta Mahîr Çayanan li Qizildereyê û dardakirina Denîz Gezmîşan, wezîfeya şopandina bîranînên wan dida pêşiya me sempatîzanên bi namûs. Êdî xwendina dibistanê bahane bû. Eşkere bû, êdî ezê li ser navê gel tevbigeriyama. Lê diviya bû, ez bizanim gelê min ê navê wî li ber sê darê hatibû qîrîn çi gel e? Diviya bû, ev bihata zanîn. Min wisa dest bi pirsgirêka netewî kir.`
-------- Sal 1971
Enqere bêdeng e... bi mij û moran e....
Di demeke wisa de Enqerê ciwanê ji Emeranê pêşwazî kir.
Zordestiya 12 Adarê dor li Enqerê girti bû.
Ciwanên şoreşger dixwazin vê dorgirtinê biqelêşin û bibin roj ji bo hêviyên gel.
Mahîr û 12 hevalên xwe ber bi Qizildereyê ve bi rê ketibûn.
Piştî demeke kin, nûçeya wan a mirinê hatibû bihîstin.
Ebdullah diponijî çi dikare ji bo bîranîna Qizildereyê bike.
Ev lêpirsîna Ebdullah destpêkek bû ku wê paşê jiyana wî ya paşerojê diyar bikira.
Di bin şert û mercên giran ê 12`ê Adarê de çalakiya xwe ya yekemîn li Fakulteya Zanebûna Siyasî ya Zanîngeha Enqerê pêk anî.
Xwepêşandana yekemîn a protestoyî, pêl bi pêl belav bû, berê li zanîngeha Teknîk a Rojhilata Navîn û ji wir jî li Zanîngeha Stenbolê belav bû.
Ji bo Ebdullah dewama têkoşîna li Qizildereyê girîng bû.
Diviya bû, rêxistineke wisa saz bike paşerojê misoger bike.
Di vê pêvajoyê de li kampusên zanîngehan pirsgirêka Kurd êdî tê guftûgokirin.
Ebdullah êdî hêdî hêdî dîtinên xwe bi dizî belav dike.
Ebdullah di heman demê de serokatiya Komeleya Xwendekarên Şoreşger a Enqerê dike.
Lê belê tevgera çepgir bi taktîkên sinifa serdest nêzî pirsgirêkan dibû.
Hewl didan pirsgirêka Kurd bi têrmênîlojiya `Rojhilat` rave bikin.
Ebdullah di van şert û mercan de gaveke nû diavêt.
Destpêkir komeke nû pêk anî.
Kom ji ciwanên xizan ên Kurd û Tirkan pêk dihat.
Di rêzê de formulekirina dîtinên komê dihat.
Ebdullah tevî hevalê xwe Mehemed Xêrî Dûrmûş, li malekê ku li pişt fakulteya huqûqê diket, yekemîn manîfesto nivîsandin.
Êdî ji wan re digotin `APOCÎ`.
Apociyan destpêkir dîtinên xwe bi belavokên li bin `Şoreşgerên Kurdistanê` nivîsandî belavkirin.
Êdî dem hatibû ku Koma ji aliyê îdeolojîk û polîtîk ve xurt dibû, xwe bigihîne erdên welêt.
Ebdullah di meha Gulan û Nîsana sala 1977an de dest bi rêwîtiya Kurdistanê dike.
Li Qers, Agirî, Dêrsim, Çewlik, Amed û Dîlokê xebatê dide destpêkirin.
Kadroyên bawermend û îradeya wan ji pola têne hilbijartin û herêmên wan ên wezîfeyê têne destnîşankirin.
Tov li axa welat têne reşandin.
--------
Apociyan gaveke bi cesaret avêtibûn.
Lê rêxistineke bi navê `Stêrka Sor` ku bi dewletê re hevkarî dikir, dikeve pêvajoyê.
Komplo û bêbextiyek li hemberî PKKê ji aliyê vê rêxistinê tê kirin.
Li Dîlokê Hakî Qarer tê kuştin.
Hakî Qarer ku di nava komê de tîmsala cesaret û fedekariyê ye, weke milê rast ê Ebdullah e.
Komployê ji bo mezinbûn, ciddiyet û îdîayê roleke dîrokî bilîze.
Di vê navberê de ji bo belavkirina komê, Avahiya Herbê ya Taybetî pîlanan dike.
Beriya her tiştî pîlotekî ji Agiriyê bi navê Necatî Kaya di nava komê de weke sîxur tê bi cih kirin.
Pîlot dixwaze hê dem nehatiye komê bixîne nava têkoşîna çekdarî û bi vî awayî komê bike hedef.
Li ser agahîdayîna sîxurê bi navê Pîlot, tîmên Şerê Taybetî diavêjin ser mala komê ya li Enqerê.
ABDULLAH OCALAN
Bûyera Hakî Karer dawî li pêvajoya komeke sist anî û îlana partîbûyînê ferz kir. Pîlot Necatî, Hakî ji nêz ve dişopand. Komê dilsoziya xwe ya bi bîranîna şehîd bi gavavêtineke xurt nîşan da. Bûyerê weke hêvî dihat kirin encam neda. Mirov dikare bêje, pîlot Necatî mînake ji bo destwerdana yekemîn a Artêşê. Pîlot ji ber ku çend çalakiyên provakatîf yekser ji min re pêşniyaz kir û hin têkiliyên din, bû sedem zû were teşxîskirin. Min ti car dunya wî ya rastîn fêm nekir. Her wiha ez li armanca wî ya rastînjî serwext nebûm.
------------
Mêjû 27`ê Mijdara sala 1978 e
Komployê, tevgereke gel a dîrokî biriye ber gavavêtinekê ku veger jê nîne.
Bi pêngaveke nû, wê bersiva şehadeta Hakî Karer were dayîn.
Ebdullah Ocalan biryar dide komê bike partî.
Koma Apociyan li gundê Fîsê yê bi ser navçeya Amed Licê dicive.
Di kongreya yekemîn de sazbûna PKKê tê eşkerekirin.
Paşê li hemberî hêzên paşverû yên herêmî yên Hîlwan û Swêregê têkoşîn tê destpêkirin.
Berxwedana li Hîlwan û Swêregê PKKê dike tevgereke mezin a gel.
Di vê pêvajoyê de Şahîn Donmezê hewl dide bibe alîkarê Ocalan li Elezîzê tê girtin.
Donmez ku di lêpirsîna polês de dipeyive, xebatên komê û kadroyan deşîfre dike. Êdî li her deverê li Ebdullah Ocalan tê gerîn.
Ev rewşa nû rê li ber rêwîtiya Rojhilata Navîn vedike.
Abdullah OCALAN:
Hîcretê tevî hin wendahiyan karîbû esasê komê xilas bike. Li sêguhê tewazûna herî dijwar a dunyayê biryargeh hat sazkirin. Sêgoşeya Îsraîl-Lubnan-Sûriyê di serê wan qadan de tê ku ji hîcreta kevneşopî ya Mezopotamyayê re bûye wargeh. Rojên herî germ ên şer û tewazuna di navbera Rojava û Rojhilata de li vê qadê pêk tê. Di van şert û mercan de îradeya azad a gelê Kurd ji bo bibe sazî û belav bibe, xwedî şens bû. Komek ji 300 kesên bi biryar pêk hatibû. Li welat jî têkoşînê bi germî dewam dikir. Ji ber ku xeter hat dîtin wê ji kontrola Tirkiyê derbikeve, Rojava derbeya leşkerî ya 12`ê Îlonê erê kir. Rewş ji her alî ve guherî bû. Ji bo gavên dîrokî werin avêtin divê xeta neyê kirin. Di rewşeke li cih de diviyabû amadekariyên ji bo vegera welat xebatên bingehînbûna.
--------
Mêjû 12`ê Îlonê sala 1980 e
Tirkiye saet di 5ê Sibê de bi anonseke di radyo û televizyonan de hişyar dibe. `Hêzên çekdarî yên Tirkiyê dest danîne ser rêveberiya welêt.`
Tank û top daketibûn kolanên Enqere û Stenbolê.
Hemû hêzên siyasî û civakî yên Tirkiyê di bin zextê de têne girtin.
Darbekeran li tevahiya Kurdistanê şîdet bi awayekî berfireh û hov bi kar dianîn.
Zindana Amedê hedef hatibû hilbijartin.
Di şexsê kadroyên pêşeng ên PKKê de dixwestin hêviya gelê Kurd bişkînin.
Di 14`ê Tîrmehê de çar şitil bi dil û bedenên xwe yên tazî li hemberî êrîşan radiwestin.
Çalakiya wan ji bo cengawarên azadiyê, bangawaziya vegera welat bû.
Milîtanên PKKê ku li geliyê Bekaa yê Lubnanê bi cih bûbûn, dest bi amadekariyên xwe kirin.
Li kampa bi navê Kemal Pîr ku yek ji têkoşerê 14`ê Tîrmehê bû, kadroyên PKKê perwerdeya îdeolojîk û leşkerî didîtin.
Komên destpêkê yên amadekariyên vegerê qedandibûn, ketin nava liv û tevgerê.
Wê bihata nîşandan ku êdî li hemberî êşkencê û polîtîka qirkirinê, çawa bêdeng neyê mayîn.
15 Tebaxê...
Di dîroka Kurd de pêvajoyeke girîng...
Ji nû ve xwe afirandina gelê Kurd ku bi xetera tunebûnê re rûbirû bûbû...
15 Tebaxê...
Ji nû ve hilatina roja mirovahiyê li ser axa Kurdistanê...
Pêngava ji nû ve afirandina Yekîtiya Demokratîk û azadiya gelan...
Komên şervanan ên yekemîn ku di bin fermandariya Mahsûm Korkmaz de bûn, gava 15 Tebaxê diavêjin.
Di qada navnetewê de jî pêngava 15`ê Tebaxê xwediyê roleke mezin bû.
Hêzên navnetewî yên hesabên wan li ser Tirkiye û herêmê hebûn, pîlanê wan xira bûbûn.
---------------
Mêjû 28ê Reşemeha sala 1986an
Yekemîn bêbextiya navnetewî li PKKê û di şexsê PKKê de li gelê Kurd tê kirin.
Li paytexta Swêd Stockholmê li yek ji kolanên herî mezin, serokwezîr Olof Palme hat kuştin.
Hewldan bûyera kuştinê bixînin stûyê PKKê.
Li tevahiya Ewrûpayê pêvajoyeke îzolasyonê li hemberî PKKê dan destpêkirin.
Mora `terorîstiyê` li PKKê û gelê Kurd hatibû xistin.
Palme, destek dabû tevgerên netewî yên mîna li Wiyetnam û Efrîka Başûr.
Welatê xwe kiribû navenda tevgerên netewî.
Palme, dijber bû ku tevgera netewî ya gelê Kurd jî mora terorîstiyê bixwe.
Ev helwesta xweşbîn a serokwezîr Palme, dibû ku welatê wî Swêdê ji bo tevgera azadiya gelê Kurd bike navend.
Palme bi van polîtîkayên xwe bûbû hedef.
Hemû tîran rêxistina Gladîo ya di nava NATOyê de nîşan dida.
--------
Sal 1992
Di vê mêjûyê de hêzên tarî yên di nava dewletê de dikevin nava tevgerê.
Di civîna asayî ya meha Kanûnê ya Konseya Ewlekariya Netewî MGKê de biryara şerekî demdirêj û giraniya xwe kêm tê dayîn.
Di civînê de her wiha biryar hat dayîn ku li dijberî PKKê organîzasyoneke dizî were avakirin.
Serok komar Turgût Ozal û fermandarê giştî yê jenderme orgeneral Eşref Bîtlîs li dij vî pîlanî derdikevin.
Ji ber ku serok komar Turgût Ozal di pirsgirêka Kurd de li rêyên çareseriyê yên siyasî digeriya.
Lê belê hêzên tarî û veşartî yên di nava dewletê de ji helwesta Ozal a ji diyaloga siyasî re vekirî bêzar bûn.
Kesên nêzî Turgût Ozal yek bi yek dihatin kuştin yan jî jiholê dihatin rakirin.
Parlementerê ANAPê Adnan Kahvecî û jina wî Fusûn Kahvecî di 5`ê Reşemeha sala 1993an de qaşo bi qezayek trafîkê hatin kuştin.
Kahvecî digot: eger ji pirsigrêka Kurd re çareserî neyê dîtin, dibe ku şerekî navxweyî biqewime û bi rêyên leşkerî jî çareserî nabe.`
Hedefa duyemîn a hêzên tarî, fermandarê giştî yê jenderme orgeneral Eşref Bîdlîs bû.
Balafira Eşref Bîdlîs di 17`ê Reşemeha sala 1993an de ji Enqerê dibir Amedê bi sûîqestekê li ser Yenimahelleyê hat xistin.
Ji ber ku Ozal, peyamek gîhandibû Ocalan û jêre gotibû: `Ji APO re slavên min bibêjin, em nikarin ji her karê ew dike bibêjin xirabe. Karên baş ên dike jî hene. Û em piştî nîvro gav diavêjin.`
Lê belê Ozal di 17`ê Nîsanê de danê sibê bû qurbanê hêzên tarî yên di nava dewletê de.
Piştre operasyon li ser operasyonê destpêkir, kuştin li ser kuştinê û valakirina bi hezaran gundî destpêkirin.
Di vê pêvajoyê de sûîqasta herî girîng a komployê diqewime.
Serokê giştî yê PKKê Ebdullah Ocalan hedef hatibû hilbijartin.
Di 6`ê Gulana sala 1996an de maşîneke bombe barkirî li ber xaniyê Ocalan ê li Şamê teqiya.
Tansû Çîllerê ev sûîqast bi 50 milyon dolarê ji beşê xezînê yê nuxumandî fînanse kiribû.
-------------
Sal 1998
Li hemberî serokê giştî yê PKKê ABdullah Odalan li gelemperiya dunyayê amadekariya komplo û bêbextiyekê hat destpêkirin.
Ji Enqerê peyam ji PKKê re têne ragihandin.
Di peyaman de ku ji artêşa Tirk tên, tê gotin: bi agirbestekê re wê pêvajoyeke nû dest pê bike.
Li ser vê yekê, di 1`ê Îlonê de pêvajoya agirbesteke yekalî dest pê dike.
Lê belê Enqerê agir nebirriye.
Komplokeran li hemberî avahiya Ocalan a li ser xakên Sûriyê amadekariyên êrîşeke mezin dan destpêkirin.
Rojhilata Navîn li ber şerekî mezin e.
Êdî li serê rêveqetînekê ye.
Li pêşberî serokê PKKê du rê hene.
Wê yan derbikeve serê çiyan û şer hê mezin bike, yan jî di şert û mercên Ewrûpayê de li rêya lihevkirinê bigere.
Abdullah OCALAN:
Hem ji ber rewşa şer a xetimî ku gihîştibû qonaxa şerekî kor û hem jî bi derketina min a çiyê re îhtimala bi kar anîna çekên giran gengaz dibû, ez fikirîm ku dibe rewşa min bibe giranî û lewma çûyîna min a çiyê li cih nehat dîtin. Şerekî li dora min gurr bûbûya gelek xeterên xwe yên mezin hebûn. Ji aliyê exlaqî ve rast nebû ez xwe bikim bar, ji ber ku wê demê şerê bûbûya şerekî ferdî û bûbûya şerekî tolhildanê. Wê demê firsendeke gengaz a aştî û biratiyê wê bi tevahî ji dest biçûya. Tevî ku derketina çiyê xewna min a çil salan bû, ji bo jiyana mirov û azadiyê derfeteke aştiyê ya qasî serê derziyê girîngtir û hêjatir bû ji bo were ceribandin. Şert û mercên Ewrûpayê jî tevî ku pir xeter bûn, bi têgihîştineke siyasî, çandî û demokratîk, zimnen be jî hinekî bawerî bi huqûqê hebû.
---------
Mêjû 9 Cotmeha sala 1998 an e,
Serokatiya PKKê dikeve ser rêyeke dawiya wê bi mij û dûman.
Beriya demeke kin, partiya PASOK a li desthilatdariya Yewnanistanê, Ocalan vexwendibû.
Bi wezîrê ragihandinê û parlementer Kostas Baduvas re têkilî tê danîn.
Baduvas li ser navê hukûmetê garantiyê dide.
Lê belê dema Ocalan xwe gîhand Atînayê Baduvas li naverastê xuya nekir.
Di şûna Baduvas de serokê îstîxbaratê Haralambos Stavrakakîs û şefê maseya Kurd Sava Kalenderîdes hatibûn pêşwazîkirina Ocalan.
Zext li Ocalan dikirin ji bo ji Yewnanistanê derbikeve.
Huqûq û mafê mirovan ji bo Ocalan nedihat qebûl kirin.
Berjewendiyên aborî û siyasî bi serketibûn.
Li ser gefên hukûmeta Atînayê balafira Ocalan berê xwe dide Moskowayê.
Ocalan li Moskowayê jî ji aliyê heyetekê ve tê pêşwazîkirin ku di navê de serokê Partiya Demokrat a Lîberal Jîronîvskî jî hebû.
Paşê Ocalan li mala serokê Komisyona Jeopolîtîk a parlemena Dumayê Aleksey Mîtrafanof tê bi cih kirin.
Piştî danûstendina bi Mîtrafanf re biryar hat dayîn ji bo statuya siyasî ji Ocalan re were dayîn, pêşniyar li Dumayê were kirin.
Dumayê li dijberî dengekî na, bi 298 dengan mafê penaberiya siyasî ji Ocalan re nas kir.
Lê belê serokwezîr Yevgenî Prîmakov li hemberî mayîna Ocalan a li Rûsyayê nerazîbûna xwe nîşan dide.
Ji bo Ocalan ji Rûsyayê were derxistin ferman dide.
Rêwîtiya 33 rojan ajotibû gihîştibû dawiyê.
Abdullah OCALAN:
Li Rûsyayê piştî hilweşîna sosyalîzma reel pêvajoyeke riziyayî û bi aloz destpêkiribû. Serokwezîr Prîmakov û serok Yeltsîn bêbextên girîng ê sosyalîzma reel bûn. Her çend rewşa min xwedî cihekî stratejîk bû jî, ji ber berjewendiyên aborî û dizî yên qirêj ên girêdayî têkiliyên îstîxbarî, firotina min ji bo wê demê gelek li cih bû. Ji kesên sîstema sowyeta mezin firotibûn, hêvîkirina rêzgirtinê ji bo azadiyê xwe xapandinbû. Têkiliyên bi IMF, Emerîka, Îsraîl û Tirkiyê re dihatin meşandin pir eşkere dida xuyakirin ku wê helwesteke li derveyî huqûqê li hemberî min were nîşandan. Bi darê zorê dixwestin min di ser Tirkiyê re li Qibrisê deynin. Bi îhtimaleke mezin, di wan rojan de bi hevkariyê teslîmkirina min dibû ku pêk bihata.
-----------
Mêjû 12 Mijdara sala 1998an e,
Li ser reda rêveberiya Moskowayê balafira Ocalan berê xwe dide Italyayê.
Li ser erêkirina serokwezîr Masîmo Dalema rêwîtî ber bi Romayê ve dewam dike.
Lê belê Ocalan li balafirgehê tê girtin.
Li Dadgehê piştre biryara girtinê tê betalkirin.
Rêwîtiya Ocalan li pêvajoya hukûmeta nû ya Massîmo Dalema rast hatibû.
Dalema nekarîbû helwesteke zelal a siyasî û ne jî ya huqûqî nîşan bide.
Derdorên sermaya mezin Italya sorkiribûn û welatên Ewrûpayê jî destek nedabûnê.
Ocalan neçar hatibû hîştin li kolana Înfernetto yanî `Kolana cehennemê` were bi cih kirin.
Li Ocalan jiyana li malê kiribûn cehennem.
Bi polêsên baş hatibûn perwerdekirin, zexteke giran a derûnî li ser Ocalan hatibû afirandin.
Firsend nedihat dayîn ku Ocalan j i odeyê jî veqete.
Ocalan ku dor lê hatibû tengkirin, ji bo ji Italyayê jî bireve her rê dihat ceribandin.
Abdullah OCALAN:
Niyeta min ew bû, ez pirsgirêka Kurd bikişînim platformeke demokratîk. Siyaseta li Ewrûpayê dikarîbû dawî li şer bîne. Lê ev yek jî di serî de Emerîka li gorî stratejiya welatên Rojava nebû. Elmanyayê dixwest rêya li çiyê vebe. Eşkere bû ku pîlanekî demdirêj difikirîn. Ji ber ku li Rojhilata Navîn aloziyek xwe dispêre Kurd bi kêra wan dihat. Lê derketina min a ji nişkê ve ya li bendê nebûn, rewşeke li derveyî taktîkên wan bû. Hemû amadekariyên wan xwe dispart kesayetiyên Kurd ên hevkar û kedîkirî. PKKê û bi taybetî hebûna min, karta Kurd a bi deh salane sermaye razandibûnê ji destê wan derdixist. Lewma divê yan pir bihejanda bêşexsiyet bikara û yan jî li derve bihişta. Dewletek ew çend zor jî bi kar dianî, divê êrîşên wê yên xeter jî her an li ber çavbihata girtin. Lewma divê di firsenda yekemîn de ez neçar veqetiyama.
--------
Mêjû 16 Çileya sala 1999an e,
Dîsa li ser sozên Rûsyayê, balafir berê xwe dide Moskowayê.
Lê belê Rûs vê carê li hemberî Ocalan dibe xwedî kirinek hê hişk.
Serokê PKKê Ocalan li malekê 3 rojan di bin çavan de tê girtin.
Tirkiyê jî ji bo Ocalan were dertixûbkirin, projeya Herikîna Kesk xistibû mazatê.
Rêveberiya Enqere û Moskowayê li ser bertîleke 400 milyon dolarî li hev dikin.
Di heman demê de IMFê jî 8 milyar dolar kredî dabû.
Di encama lihevkirinan de Abdullah Ocalan bi zorbetî bi balafireke barhilgir dibin paytexta Tacikistan Bişkekê.
Ocalan piştî ku hefteyekê li vir li malekê di bin çavan de tê girtin, ji bo dertuxûb bikin dîsa tînin Moskowayê.
Dîsa ji vir ji bo bibin Atînayê amadekariyên rêwîtiyê têne kirin.
Generalê teqawît ê Yewnanistanê Andonî Nagzakîs bi balafirek amade kiriye diçin Atînayê.
Şevekê li mala xesûya Nagzakîs, nivîskar Vula DAmaînako dimînin.
Wezîrê Karê Derve yê Yewnanistanê Pangalos ku hîn dibe Ocalan li Atînaye ji bo civaneke bi Ocalan re li mala Naksakis roj û demê destnîşan dike.
Pangalos li vir dekûdolabekê digerîne.
Di şûna xwe de heyeteke payebilind a îstîxbaratê dişîne malê.
Ocalan bi darê zorê dibin girava Korfûyê.
Ocalan li vê derê muameleya girtiyan dibîne û li pêşiya wî tenê rêya Efrîkayê tê danîn.
Ji Ocalan re tê gotin wê di nava 15 rojan de pasaporta komara Efrîka Başûr bidinê.
-----------
Mêjû 2 Reşemeha sala 1999an e,
Sefîrê Yewnan Corc Kostorlas Ocalan dibe xaniyê xwe.
Ocalan li bendê bû sozên hatine dayîn bi cih werin anîn.
Lê Atîna dixwaze Ocalan ji sedî sed ji sefaretê were derxistin.
Wezîrê karê derve, wezîrê edalet û îstixbaratê, bi telefonan talîmat didan sefaretê ji bo Ocalan were derxistin.
Wezareta karê derve û ya îstixbaratê ya Kenyayê jî dikevin nava tevgerê.
heta 15`ê Reşemehê dem hatibû naskirin.
Eger Ocalan derneketa wê Kenyayîyan li hemberî wî zor bidana bi kar bi anîn.
Kalenderîdes jî hewl dida Ocalan ji bo derketineke ewle îqna bike.
Kalenderîdes ku bi talîmatên ji Atînayê werdigirtin tevdigeriya gotibû: `Ez bi Simîtîs re axivîm ji bo em di ser Misrê re biçin Hollandayê em piştrast kirine.`
Li ser vê yekê Ocalan ji sefaretê derdikeve.
Lê belê balafira Ocalanê lê suwarbûya, ji aliyê endamên CIA û MOSSADê yên çavşîn, porzer, bejindirêj û biçek ve hatibû girtin.
Abdullah OCALAN:
Mîxê yekemîn li paytext Antînayê li min hat xistin.Yewnanistanê serdestiya xwe ya sê hezar salan li ser Anadoliyê wendakiribû û ji bo vê êşa xwe vekuje, ji min dijmineyekî erzan û bêpîvan li hemberî Tirkitiya Anadoliyayê hêvî kir.
Mîxê duyemîn li Moskowayê li min hat xistin. Rûsya û hukûmeta wê ku li hemberî piçûkxistina nirx û buhayên xwe yên bi şeref xemsar bû, min bawer nekir ku ji bo nirx û buhayên exlaqî û insanî fikarên xwe hebin.
Mîxê sêyemîn li paytexta pîroz a Ewrûpa Romayê li ber çavên Papa li min hat xistin. Divê Romayê ji sala 2000î re salek mabû, serpêhatiyeke mîna ya Saint Paul neceribanda. Ez jî weke wî ji Şamê dihatim. Minê hin rastiyên der barê şaristaniyê de qasî kuzimanê min bigeriya bilêvbikira.
Eşkere ye ku ev komplo bi giştî di çarçoweya şerê Rojhilat û Rojava de pêk hatiye. Min weke neksa qels a Anadolê ya Tirkiyê lawaz bike pejirandine. Rewşa min a serokatiyê polîtîka rojava ya orfî li ser Kurdan dihejîne. Cewherê bûyerê jî xwe dispêre vêrastiyê. Lewma Ewrûpayê tasfiyekirina min li gorî berjewendiyê xwe dîtiye. Taybetiyeke din a giştî ku li ser digihîjin hevdu, di kesayetiya min de nekarîne çanda Rojhilat analîz bikin, ji hev derbixînin. |