Kurden Navder

Mahsum Korkmaz (Agit)

 

Endamê Komîteya Navendî yê PKK'ê û Fermandarê yekemîn ê HRK'ê bû.

 

Di sala 1986ê de Fermandarê Hêza Rizgariya Kurdistan HRKê Mahsum Korkmaz (Egîd) li çiyayê Gabarê şehîd ket.

Ji fermandarên gerîlla yên navdar ên PKKê Mahsun Korkmaz ango bi navê xwe yê tê naskirin Egît, li navçeya Amed Silvanê jidayikbû. Di temenê xwe yê biçûk de koçî Batmanê kir. Li Batmanê di salên lîseyê de bi rêya Mazlûm Dogan, di sala 1976an de tevgera Apociyan nas kir. Li herêma Lûbnanê di nava kadroyên navendî yên PKKê de cîh girt.

Mehsun Kormaz, mohra xwe li tevgera 15 Tebaxa 1984an ya PKKê da. Ew di heman demê de fermandarê Hêza Rizgariya Kurdistan HRKê bû û fermandarê manewî yêArtêşa Rizgariya Gelê Kurdistan ARGKê û Hêzên Parastina Gel HPGêye. Ew herî zêde jî bi wêneyê xwe yê bi heybet yê li pişt çiyayê Gabarê bûye efsane li ser zimanan û di nava dilê Gelê Kurd de cîh girtiye.








Zeynep Kinaci (Zîlan)

 

Zeynep Kinaci (1972-1996)

 

Têkoşera Kurd Zeyneb Kinaci (Zîlan) yekemîn çalakiya xwefedayî li Dêrsîmê pêk anî.

 

Zîlan, di sala 1972an de li gundê Elmali yê ser bi Meletî hate dinê. Ew zarokê malbateke rewşa wê normal bû. Zîlan, ji zanîngeha Înonû ya Meletî ji beşê rehberî û şêwirmendiya dêrûnasiyê mezûn bû û berî ku tevlî nav refên gerîlla bibe, li nexweşxaneya dewletê ya Meletiyê xebitî. Dema ku li lîseyê dixwend, bû xwediyê nêrînên çep û eleqeya wê ya ji bo Kurdîtiyê zêde bû. Lê belê Zîlan di vê demê de nêzî ti rêçê nebubû. Di salên zanîngehê de sempatiya wê ji PKKê re pêşket. Eleqe û bala wê ya li ser Kurdîtiyê ji ber taybetmendiyên neteweyî yê malbata wê dihat. Zîlan, di sala 1994an de li Edenê dest bi meşandina xebatên girseyî kir û di sala 1995an de tevlî nav refên gerîlla bû. Zeynep Kinaci ango Zîlan, di 30 hezîrana 1996an de li meydana Komarê ya li Dêrsîmê li hemberî leşkerên Tirk ku merasîma Al'ê dikirin, çalakiyeke cangorî pêkanî û bi vê çalakiya xwe di dîroka Kurdistanê de bû qonaxeke dîrokî.




                                         

                                           

Süleyman Alpdoğan ( Ozan SERHAD)

 

Süleyman Alpdoğan  ( Ozan SERHAD)

 

Serhat di 24'ê tîrmeha 1970 yî de li Zêdkana (Eleşgirt) Agiriyê tê dinê. Malbata wî bi eslê xwe ji Patnosa Agirî ye. Süleyman Alpdoğan (Serhat) ji du xwişk û sê birayan ê herî biçûk e. Serhat zarokatî û civantiya xwe li Patnosê derbas dike; heya lîseyê li vir dixwîne. Hîn di 7 saliya xwe de bala wî diçe ser tenbûrê.

 

Di salên 1985–86 an de ku du sal di ser despêkirina şerê çekdarî ya têkoşîna neteweyî ya Kurdistanê re derbas dibe, têkoşîn germ û berfireh dibe. Li hemberî vê, şaxa şerê taybet ê Tirkiyê jî vala nasekine û taktîkan diafirîne. Di encama vê yekê de li Tirkiye û Kurdistanê furyaya hozanên zarok dest pê dike. Bi vî awayî ciwanan dikişînin ber bi vî aliyî de. Süleyman jî wî çaxî ne di zanîna neteweyî de ye û dikeve nav vê bazarê. Ew ji bo ku kaseta xwe ya yekemîn çêke diçe Stenbolê û li wir bi navê Murat Esen kaseta bi navê Gulo derdixe. Di heman demê de yek ji wan hozanên biçûk jî Emrah e. Süleyman demekê bi Emrah re li malekê dimîne lê paşê vedigere Patnosê. Ew di sala 1988 an de dikeve azmûnê û Konservatuwara Dewletê ya Zanîngeha Egeyê beşa Muzîka Tirkî qezenc dike. Salên konserwatuwarê ji bo wî dibin salên xwe pirsiyarkirin û li xwe vegerînê. Ew li vir giraniyê dide nîqaşên li ser di rastiya Kurdistanê de divê rista huner û hunermend çi be.

.

Li zanîngehê ew û jineke bi navê Yıldız hev û du nas dikin û di 91 ê de dizewecin. Di tîrmeha heman salê de jî her du beşdarî nav refan dibin. Yıldız, ku niha li Girtîgeha Amasyayê ye li Cizîrê tê girtin û 12 sal û 6 mehan cezayê hepsê lê tê birîn. Süleyman jî pêşî diçe Heftanînê ji wir jî derbasî Akademiya Mahsum Korkmaz dibe. Ji wir ji ber profesorbûna wî ya di warê muzîkê de wî dişînin Hunerkomê. Li vir di nav Koma Berxwedan de dixebite.

 

Li Ewrûpayê ji bo xebata muzîkê her çiqas derfet hebûn jî wî digot şoreşgerek divê vegere welatê xwe, ev ji bo şeroşger peywirek e û wiha digot: "Çavkaniyeke me ya hêja heye. Vegera li ser wê çavkaniyê bi taybetî derxistina çanda kurdî, peywireke me ye."

 

Hozan Serhat daxwazên xwe pêk tîne û di sala 1996 an de vedigere ser çavkaniyê. Piştî ku çend mehan li Zapê dimîne, diçe Navenda Çanda Mezopotamyayê ya Hewlêrê. Li vir hema li her deverê başûrê Kurdistanê beşdarî dawet û şahiyan dibe.
Hozan Serhat ji sala 1998 an pê ve bi pratîkî di nav şer de cih digire. Di reşemiya 1999 an de beşdarî Kongreya 6.emîn a PKK ê dibe. Ew di kongreyê de, ji bo karên Ewropayê tê peywirdarkirin, lê ji ber ku komploya ku di 9'ê Keçêrê dest pê kiribû rû dide û Serokê Giştî yê PKK ê wekî dîl tê girtin, dixwaze ku çûyîna wî bê lipaşxistin. Di kongreyê de her wiha qerar tê dayîn ku koma Hüseyin Kaytan û kameraman Halil Uysal jî herine herêma Botanê. Hozan Serhat jî ji bo kişandina klîban, dixwaze bi wan re here.

 

Hozan Serhat tevî yekîneya xwe di tîrmeha 1999 an de li Elka Culemêrgê dikeve kemîna artêşa tirk. Ew ji komê vediqete lê bi birîndarî dikeve destê dijmin; di vê pêvajoyê de li hemberî zodariya ji bo teslîmiyetê serî radike. Ew Hozan Serhat di roja 10.emîn a dîlketinê de li Faraşînê derdixin operasyonê û Serhat, li wir dikeve nav karwanê pakrewanan .

 

 Hozanê çiyayên bilind... Şehîd Serhed

 

Hewler lorika dayikan

Hewler qrina zarokan

Hewler kle çaven bukan

Hewler bi xwina şehidan

Te nave xwe kir berxwedan

***

Hewler Hewler

Agire serhildane

Qeleye berxwedane,

Helina şehidane

Hewler

***

Hewler ji bo me dayik bû

Hewler bi pêt û agir bû

Agire dile xortan

Nav mirine kir jîyan

Hewler

Agire dile keçan

Nav mirine kir jîyan

***

Hewler na mini wek caran

We bibe gora xayinan

Bi xwina Helîn û Salıhan

Geş dibin çîçek û sorgûlan

***

Hewler Hewler

Agire serhildane

Qeleye berxwedane,

Helina şehidane

Hewler

 

Hewlêr... kilê çavê bûkan

Kî dixwazê ji kaniya evînê avekê vexwê? Kî dixwazê bi xûnava sibê ya li ser gulan çave xwe bişû? Kî dixwazê bi hilma bayê berbangê giyanê xwe pak û dilê xwe niya bike? Kî dixwazê bi berfa havîna ya ber nizaran agirê dilê xwe bitefînê? Kî dixwazê bifirê di ezmanê bê ewr de? Kî û kî û kî… ku tu bixwazî hevdîtinekê bi evîndara dilê xwe re çêkî… ka were mêze bike li kevala van çiyayên sihrî!

 

Çiya! Ew beheşta(cinet) wek kevaleke bêzagon hatî afrandin… ew semfoniya ji tevayî candêrên jiyanê hatî damezrandin… ew giyanê nazdar û aram. Lê çiya bi wan firîşteyên(melek) xwe yên dilêr(ciret) û dilovan xemlîn û şeng dibe… jite Gerîlla! Lawên sirûşta dilpak, di semfoniya çiyan de sazbendên jîr, huner û osta ne. Ma kî li van çiyan, di nava van firîşteyan de bijî û nebê hunermend? Ma kî dikarê li ber heybet û bedewtiya vê xwezaya bêhempa rawestê û nebê helbestvan, hozan û sazjîn? Kî?

 

Lê ku ew kesa hozan û hunermend be û têkeve nava jiyana çiyan ya romantîk… ma dikarê xwe zeft bike û awazekî bulbulî nebêjê, yan jî hyelbestekî nehunê?!… Jixwe hemû bulbulên çiyan jî gerîllane…Gerîlla xwediyê hest û fikrên herî pak û narînin. hemû hozan, helbestvan û hunermendin...

 

yek ji wan hozanên çiyan yên herî mezin û bilind, hozan şehîd Serhed e. Şehîd Serhed, bulbulê ber çem û kaniyan, li zozan û baniyan, li newal û pesaran...

 

Hestdarê hunermend, weke bulbulekî li wan çiyan distirand û dinalî. Ew, çek û saz weke cêwiyan ji hev naqetîn. Wekî wî jî bi dehan hebûn… gelek ji wan berve asoyên nemiriyê ve çûn, hinek jî di rêwîtiya hunera çiyan de kerwaniya xwe domandin. Lê bulbulê me jî di şerekî xedar de tevlî kerwanê nemiran bû û rêwitiya xwe ya hozantiya çiyan ji rêhevalên xwe re hîşt. van hevalan jî ew emaneta dirûst parastin û xwedî li bîranîna hozanê şehîd derketin. Hîn jî dengê bulbul û hevalên wî yên şehîd ji qirika wan tê… êdî saza wan, awazên wan, gotinên wan hemî bûne nameyên rêhevalên wan yên şehîd…

 

Her yekî ji wan hozanên çiyan yên ziman şêrîn ku li kîjan warî bare xwe datîne, di hemî dilan de wargehekê çêdike… Ku stranekî dibêjên, gohdarvan yek-du- sê stranên din jê dixwazin. mirov bi awazê dengê wan yê zîz re, vedigerê çiyayên sihrî û bi refên gerîlla re dibe rêwiyê rêya bêdawî...






                                                   Mazlum Doğan

Mazlum Dogan (1955-1982) Ji kadroyên sereke yê PKKê û di heman demê de Endamê Komîta navendî ya PKKê Mazlum Dogan, di sala 1955an de li navçeya Elezîz Karakoçanê hate dinê. Piştî ku dibistana mamosteyan ya Balikesirê qedand, di sala 1974ê de li Zanîngeha Hacettepeyê xwe di Beşa Aboriyê de qeyd kir. Di dawita salên 1976an de dibistanê terikand û di nava endamên sereke yên yekemîn ên PKKê de cîh girt. Di 30 Îlona sala 1979an de piştî ku hate binçavkirin hate girtin. Mazlum Dogan di sala 1982ê de di roja Newrozê de li zîndana Amedê bi 3 darikên cixarê Newroz pîroz kir û ji bo protestokirina kirinên dewletê xwe feda kir. Li girtîgeha leşkerî ya Amedê, di 21 Adara sala 1982an de bi armanca protestokirina zext û zoriyan xwe bi dardekir.



                             
                                           Musa Anter

Musa Anter

Mûsa Anter (1920-1992) nivîskar û rojnamevanekî kurd e

.

Jiyan

Anter di sala 1920an de li gundê Zivingê ya girêdayî Stilîlê ya ser bi navçeya Mêrdîn Nisêbînê hate dinê. Wî hîn di temenekî piçûk de, bavê xwe winda kir û li ber destên dayika xwe ku muxtara gund bû, mezin bû. Apê Mûsa dibistana xwe ya seretayî li Mêrdînê û ya navîn û lîseyê li Adenê qedandibû. Piştî xwendina lîsê ji bo felsefeyê bixwîne diçe Stanbolê û di zanîngehê de, gelek xwendevanên Kurd naskirin. Musa Anter, li ser daxwaza Fayiq Bucak dev ji felsefeyê diqere û qeyda xwe li beşê Huqûqê çêdike.

Di wê demê de xwendevan û rewşenbîrên Kurd ji bo pirsgirêka neteweyî dikevin nava tevgerê. Her wiha Apê Mûsa ji bo ku xortên Kurd li dora xwe kom bike û him ji aliyê madî ve, him ji aliyê manewî û siyasî ve xwedî li xwendevanên Kurd derbikevin yûrda Dicle vekirin. Piştî salek jî bi tevî hin hevalên xwe komeleya Hêvî avakirin, bi pêşniyaza van kesan komeleya şagirtan tê damezrandin. Di sala 1944an de bi keça Evdirehman Zapcu Halê re dizewice û ji wan re 2 kurên bi navê Anter û Dîcle û keçek bi navê Rewşen çêdibin. Musa Enter di sala 1948an de yûrda Firatê vedike û dest bi deranîna rojnameya çavkaniya Dicle dike . Piştî çend salên dirêj li Amedê bi navê "Ilerî Yurd" yanî welatê pêşketî dest bi deranîna rojnameyekê din dike û ew ji ber nivîsên xwe jî ji bo demekê tê gitin.

Di sala 1959an de ji ber doza 49an careke din tê girtin û tevlî 49 hevalên xwe 6 mehan di girtîgehê de dimîne. Mûsa Anter pirtûka xwe ya bi navê "Birîna Reş" di zindanê de dinivîsîne. Her wiha ferhenga kurdî ya bi 6 hezar peyvan pêkhatî, amade dike. Di destpêka salên 60î de, di nava Partiya Çep ên Tirk de, bi awayekî fermî dikeve nava siyasetê. Di sala 1971an de careke din tê girtin û piştî ji girtîgehê derdikeve, di 1976an de vedgere gundê xwe, heta 1989an li gund dijî. Piştî 89an vedgere Stanbolê, di gelek kovar û rojnameyan de, ji nû ve dest bi nivîsandinê dike û di heman demê de di nava Partiya HEPê de ji nû ve dikeve nava siyasetê. Musa Anter, piştî sala 1971an careke din vedigere Kurdistanê û li Amedê ji hêla hêzên dewletê ve tê girtin û bi 4 salan cezayê girtîgehê tê tewembarkirin.

Ronakbîrê Kurd Mûsa Anter di sala 1976an de piştî serbestberdana ji zîndanê vedigere gundê Zivingê û jiyana xwe li wir berdewamdike.

Di sala 1989an de careke din berê xwe dide bajarê Stanbolê û di gelek kovar û rojnameyan de nivîs û serpêhatiyên wî têne weşandin. Her wiha Apê Mûsa ku di gelek rojname û kovarên mîna Welat, Ülke, Ozgur Gundem û Ozgur Ulke de nivîsên wî têne weşandin, ji hêla xwendevanan ve bi balkêşî dihatin xwendin. Roja 20 Îlona sala 1992an li kolanên Amedê ew bû hedefa dijminên çapemenî û ramana azad û jiyana xwe jidest da. Û tevlî kerwanê şehîdên çapemeniyê dibe. Musa Anter li ser berga pirtuka xwe ya "Hatiralarim" de wiha dibêje:

 

"Ez şahidê zindî û sondxwarî yê tengasiyên Tirkiyê yê 55 sala me. Gelo Ez tenê şahidim? Na! Ez her wiha mehkûm, bersuç û dozdarê Tirkiyê me.

 

Xelatên Rojnamegeriyê

Li Tirkiyê ji 1993'an şûnda Xelatên Rojnamegeriyê ya Mûsa Anter û Şehîdên Çapemeniyê tên dayîn. Xelatên Rojnamegeriyê ya Mûsa Anter û Şehîdên Çapemeniyê cara ewil sala 1993'an de ji aliyê Ozgur Gundem, piştre 1994'an de Ozgur Ulke, 1995'an de Yenî Polîtîka, 1996'an de Demokrasî, 1997 û 1998'an de Ulkede Gundem, 2000'an de Yenî Gundem û sala 2001'an de jî ji aliyê Yedîncî Gundemê ve hatibû dayîn.

 

Berhem

Birîna Reş - 1959

Ferhenga Kurdî - Istanbul, 1967

Hatıralarım, cîld 1 - Istanbul, 1991

Hatıralarım, cîld 2 - Istanbul, 1992

Çinara Min, Istanbul



                                      Dr.Ebdulrehman Qasimlo

Dr. Ebdulrehman Qasimlo

Dr. Ebdulrehman Qasimlo (22.12.1930-13.07.1989) siyasetmedarê kurd bû. Qasimlo serokê PDK-Îran bû û di Viyanayê de ji aliyê dewleta Îranê hat kuştin.

Biyografî

Dr. Ebdulrehman Qasimlo di 22'ê Dêsambira sala 1930'an di nava malbatek dewlemend û navdar de li bajarê Urmiyê hat dinê. Wî xwîndina xwe ya destpêk û navincî li bajarê Urmiyê bi dawî anî û piştre ji bo berdewamkirina xwendina xwe çû bajarê Tehranê. Ebdulrehman Qasimlo ji temenê zarokatiyê bi wan hûrbînîyên xwe yên kûr, zû pêhesiya ku gelê wî di rewşeke kambax û dijwar de jiyana xwe didomîne. Herçend Ebdulrehmanê nûgihiştî ji malbatek dewlemend û bavê wî Mihemed Axayê Wisuq yek ji dewlemend û feodalên herî mezin di herêma Urmîyê de bû, lê wî jiyana xwe qet ji derd û xemên jiyana xelkê reş û rût cuda nedidît. Ew ji wan jî dûr neket û ji bona standina mafê wan heta canê xwe bexşî. Li ser wê helwesta Kurdheziyê wî çalakîyên xwe yên siyasî ji sala 1945'an dema ku hê di temenê 15 saliya xwe de bû bi pêkanîna (Yekîtiya Ciwanên Demokratên Kurdistan - YCD-K)ê di bajarê Urmiyê de dan dest pêkirin.

Piştî ku Komara canemerga Kurdistan (Mihabad 1946) bi hevkariya hêzên biyanî û xiyaneta Yekitiya Sovyeta (Sovyetistana berê) têkçû, Dr. Ebdulrehman Qasimlo bi hevkariya gelek hevalên xwe yên din xebata xwe ya siyasî bi rengekî nihînî û berfireh dîsa da destpêkirin. Piştre ew bû endamê fêrmiyê Hizbî Demokratî Kurdistan. Bi vî rengî wî arman û riya xwe ya dûr û dirêj hilbijart. Di kar û xebata siyasî de dayika Kurd Mîna Qazî jî gelek hevkariya wan dikir û bi hemû îmkanên xwe yên maddî û menewî hevkariya HDK û ciwanên Kurd dikir.(1)

Ebdulrehman Qasimlo di temenê 18 saliya xwe de ji bo xwîndina bilind çû welatê Firansê. Piştî demekê ji wir çû Çikuslowakîya û piştî ku li zanistgeha Piragê lîsansa xwe ya di warê siyasî - civakî de stand di sala 1952�an de çaxê desthilatdariya Dr. Mihemed Musediq vegeriya Îranê û di xebata dijî empiryalîzmê ya ji bo millîkirina petrola gelên Îranê li rex hêzên opozîsyonên rijîma seltenetiya M. Riza Pehlewî cih girt. Qasimlo herçend bi temenê xwe ciwan bû lê lê li wir ji bo siyasetvanên Îranî hat xuyanî kirin ku E. Qasimlo di kar û xebata siyasî de mirovekî jîr û jêhatîye. Yanî wî bi pirensîb û terzê xebat û nirxandinên xwe yên siyasî-zanistî bala herkesî kişand ser xwe. Emperyalîzma Amirîka wê demê Îran kiribû navenda xebata xwe ya dijî bizavên hevrik li dij emperyalîzmê û hereketên azadîxwaz di Rojhilata Navîn de. Mihemed Riza şahê Pehlewî jî bi hevkariya Amrîka û welatên rojava bûbû jandarmê herêmê û mîna xûlamekê, fermanên wan yên qirkirin û serkûtkirina hêzên azadîxwaz cî bi cî dikirin. Ev ji aliyê şahê bê îrade ve bersivek bû ji bo wan xizmetên bêgane û emperyalîzma Emrîka ku bi jinavbirina Komara demokratîka Kurdistan û têkçûna dewleta Dr. Mihemed Musediq bi hemû şêweyan hevkariya wî û vegera wî ya ser kursiya seltenetê kiribûn û berevajî xwesteka piraniya gelên Iranê, bi pîlanên çewt careke din ew vegerabdibûn ser desthilatdariyê.

Dr. E. Qasimlo Piştî pênc salan xebata li dijî Empiryalîzmê careke din vegerî Çekuslovakîya û karî di sala 1962'an de ji zanstgeha Piragê doktoraya xwe ya di para aborî de jî bistîne.

Dr. Qasimlo heya sala 1970'an wek mamosta di zanistgeha Piragê de êkonomiya Kapîtalîstî, êkonomiya Sosyalîstî û teoriya pêşkeftina aborîyê, karê xwe yê dersbêjiyê domand.

Karekî herî girîng di jiyana Dr. Qasimlo de ew bû ku ji sala 1976'an heya 1978'an di para ziman û bajarvaniya Kurdan de di zanistgeha Surbonn li Parîs, mijûlî dersgotinê bû. Wî bi nivîsandina çend babetên cur bi cur di rojname û kovarên Ewropî de derheqa jiyana civakî, dîrok û rewşa siyasiya Kurdan di wê demê de karî heya radeyekê dîrok û pirsgirêka gelê Kurd baştir bi raya giştiya Ewropa bide nasandin.

Dr. Qasimlo li Ewropa mîna kesayetiyek siyasî û zana derheqa pirsgirêka netewîya gelê Kurdistanê de dihat nasandin û dewletên Ewropî di vê derbarê de dîtin û nirxandinên wî mîna serokaniyekê dihesibandin.

Li 11 marsê sala 1970'an dewleta Beesîya Îraqê neçar ma ku bi Kurdên başûrê Kurdistanê re li ser maseya gotûbêjê rûne. Dewleta navendiya Îraqê bangek ji bo otonomiya başûrê Kurdistanê da xuyakirin. Wê demê para parastina Iranê anku (SAWAK)�ê li hemû Îranê û bi ntaybetî jî li rojhilatê Kurdistanê bîr û rayên azadîxwaziyê di mejî û singê hemû gelên Îranê de berbest û zindanî kiribûn. Dr. Qasimlo ji bo ku çalakîyên HDK baştir ji berê organîze bike vegeriya Îraqê û li wir bi hevkariya hevalên xwe karî di demek kêm de kar û barê xwe yê rêkxistinî derbasî herêmên Rojhilatê Kurdistanê biken.

Piştî ku di sala 1979'an Mihemed Riza şah Pehlewîyê gor bi gor ji Îranê reviya Dr. Qasimlo vegeriya Rojhilatê Kurdistanê û xebata xwe ya siyasî bi rengekî berfireh li hemû Rojhilatê Kurdistanê da destpêkirin. Piştî serhildana hemu gelên Îranê, Kurdistan jî ket destê şoreşgerên Kurd û xelkê welat, xwe azad û serbest hiss kirin.

Rêberê Gel

Piştî ku di sala 1979'an de bi têkoşîn û xebata hemû gelên Îranê dawî bi desthilatdariya 2500 saliya şahên Îranê hat, meleyekî paşvero yê bi navê (Ruhillah Xumêynî) ji paytexta Firansê(Parîs) vegeriya Iranê û bi damezrandina komara Islamî di hemû waran de bû serdestê çarenivîs û qedera hemû gelên Iranê. Wî bi navê îslamê hêdî-hêdî berevajî daxwazên gelên Iranê ku li benda reform û azadîyên siyasî-cîvakî bûn, dîktatoriya xwe ya paşvero bi darê zorê di Îranê de di Iranê da damezrandin.

Wê demê piraniya xaka Rojhilatê Kurdistanê bi hêz û hevkariya her du rêkxistinên Kurdan yên serekî (Komele û HDK-I) ji bin desthilatdariya dewleta Pehlewî hatibû azadkirin. Gel piştî bi dehan salan bi rihetî bêhna bayê azadiyê kişandibû û qedirê azadiyê li ba wan bêtir ji berê hatibû xuyakirin. Kar û barê welatê Kurdan ketibû destê her du rêkxistinên navbirî.

Piştî serhildana Simkoyê Şikak (1920- 1930) û pêkhatina komara kêm temena Kurdistanê (Mihabad 1946) ev sêyemîn car bû ku Kurdan xwe azad didîtin. Mixabin ev rewşa xweş jî zêde nedomî û rejîma paşveroya Îranê nexwast ku rastiya pirsgirêka gelê Kurd di Îranê de bipejirîne û çareseriyekê ji vê problema dîrokî re bibîne. HDK û KOMELÊ xwestin ku bi gotûbêj û hevdîtinan bi dewleta navendiya Iranê re pirsgirkê çareser biken, lê artêş û pasdarên Komara Îslamî bi hevkarîya cehşên welatfiroş û hinek aliyên xwefiroş dest bi hêrişên xwe yên dijwar kirin û dîsan jî Kurdistan bû qada şerên bi xwîn û malwêranker.Pasdarên komara Xumêynî bi hemû hêza xwe nekarîn pêşmerge û hêzên gel li Rojhilatê Kurdistanê toşî şikestê biken. Rejîma desthilatdara meleyan ( Xumêynî, Refsencan, Xelxalî û’) dema zanîn ku bi şerê çekdarî nikarin li hemberî berxwedana gelê Kurdistanê şerê xwe yê gemar bidomînin, bi riyek din li dijî Kurdan dest bi kar bû û ji silahê olî, paşverotiya civakî û cudahiya mezhebê Kurd û Persan mifa wergirt. (2)

Xumêynî ku xwe wek rêberê cîhana îslamê bi raya giştî dida nasandin di 19. Agusta (19. 08. 1979’an) de li dijî gelê Kurdistanê CÎHAD(zibare) da îlamkirin. Dr. qasimlo pir xebitî ku bi rêya hevdîtin û danûstandinên siyasî pirsgirêka Kurdistanê bi rejîma îslamî re çereser bike, lê mentiqa karbidestên komara îslamî di wê pîvanê de nebû ku perspektîvên Dr. Qasimloy ji bo çareserkirina pirsgirêka kêmnetewên Iranê bipejrînin. Ew di cîhana siyasî de du dunyayên ji hev cuda bûn. Dr. Qasimlo mirovekî demokrasîxwaz û mentiqî bû.

Piştî cîhada Xumêynî ya ku Kurd wek kafir û dijberên şoreş û dînê îslamê bi alîgirên xwe dan nasandin, hêrişên weke çaxê Moxolan ku li ser gelên Rojhilata Navîn hatibûn destpêkirin, li dijî Kurd û şoreşa gelê Kurdistanê jî dest pêkirin. Berxwedana şervanên Kurd karekî dîrokî bû, lê şêweyên hovane û dûr ji pirensîbên mirovanetiyê ku ji aliyê pasdar û artêşa xwînxwara Komara Îslamîya Îranê ve dihatin lidarxistin û kirin, HDK û KOMELE neçar kirin ku ji Rojhilatê Kurdistanê derkevin. Xuyaye ku di vê xwe paşvekişandina hêzên siyasîyên Kurdan de xiyaneta caş û hinek Kurdên xwefiroş jî teisîreke mezin hebû. Piştî vê valabûnê bi hezaran Kurd ji aliyê beşa parastin(êtila’at)a dewleta Îranê ve hatin tîrbaran kirin û daleqandin. Girtîgehên hemû Îranê bûbûn mala Kurdên şoreşger. Hemû Kurdistan mîna zindanek mezin di bin çekmeyên xwînmêjên komara Xumêynî de bûbû meydanek tejî xwîn ji xwîna sora keç û xortên Kurdistanê yên welatparêz.

Şerê partîzanî yê hêzên Kurdistanî li dijî komara îslamî

Pêştî ku komara îslamî bi hemû şêweyan şerê xwe yê li dijî Kurdan dest pêkirin, HDK û KOMELÊ şerê xwe yê çekdarî bi şêweyên partîzanî û bi berfirehî di hemû deverên Kurdistanê de berdewam kirin. Ev siyaseta şehîdê nemir Dr. E. Qasimlo bû ku bi awayê partîzanî li dijî hêzên dagirker şer biken û vê taktîka Kurdan dewleta Îran xiste nava tengavîyên mezin û pirsgirêka Kurdistanê di qada navnetewî de dengek mezin veda. Şerên partîzanî ku bi piranî li her du wilayetên Urmiyê û Sinendecê diqewmîn, xisarek canî û aborî ya pir mezin dida rejîma Xumêynî. Beşa êtila’at (êstixbarat)a Komara Îslamî ji bo vemirandina vê bizava Kurdan dest avête hemû şêwe kiryarên terorîstî. Bi taybetî di Kurdistanê de diravekî bêhisab xerckirin ku sîxorên xwe di nava Kurdan de zêde û zêdetir bikin. Kurdistan mîna kawilxane(xirabe)kê, wêran bûbû û bi hezaran gund hatibûn şewitandin û wêrankirin. Rewşa aborîya gel bi şêweyek berçav hatibû xwarê ku heta roja îro jî şûnewarên vê siyaseta çewit li ber çavanin. Birsîtî(birçîbûn), zindan, daleqandin, kuştin û birrînên bê mehkeme, bêkarî û malwêranî di jiyana Kurdan de bûbû tiştekî rojane.

Ji bilî wê, êstixbarata Komara Îslamiya Îranê bi rengekî nêhînî û veşartî di nava ciwanên Kurd de tiryak, heroyîn(narkotîk) û vexwarinên elkolîk ku li gor zagonên îslamê kişandin û vexwarina wan bqedexe bû, belav dikirin!!.Mixabin niha jî ev siyaseta wan li hemû Kurdistanê didome û heya radeyekê jî ew di siyaseta xwe ya nemirovane de bi ser ketine. Ev karê wan ji bo tunekirina balê herî bi teisîrê şoreşê yanî hêza ciwanên Kurdistanê bû ku bîr û ramanên Kurdayetî û şoreşgeriyê ji mejiyê wan derxînin. Armanca wan ji navbirina mejîyê şoreşê bû. Ji bo ku ew bikarîbin îradeya berxwedana gelê Kurd bişkinên û pêşeroja hereketa millîya Kurdistanê toşî şikesteke dîrokî biken, hemû siyasetên dûr ji exlaqê civatek medenî bikar anîn. Wan bihayê heroyînê yê giran di Kurdistanê de erzantir kirin daku mejiyê ciwanên Kurd bi yekcarî felec biken. Lê bihayê tiryakê ku mîna heroyînê ne giran(ne bi qîmet)e, sal bi sal li hemberî bihayê heroyînê girantir kirin. Bi vî rengî wan bera herkesî dan kişandina heroyînê ku li ser sîstema mejî û di nava xwîna mirovan de cîgir dibe.

Dr. Qasimlo û hereketên siyasî di Kurdistanê de zû bi vê pîlana komara îslamî hesiyabûn. Ji ber wê jî bi riya radyo û weşanên xwe yên çapemenî yê dixebitîn ku rastiyan bi gel bidin famkirin.

Rojhilatê Kurdistanê di hemû Îranê de bi nisbeta herêmên din yên Îranê xwedîyê yek ji paqijtirîn civatên Îranê bû. Lê mixabin niha bi vê siyaseta çewta Komara Islamî, rewşa civata Kurdan jî pir hatiye şêwandin û şepirzeyîyek xirab ketiye nava malbatên Kurdan.

Komara Îslamî ji bilî berdewamkirina vê siyaseta xwe ya gemar li Rojhilatê Kurdistanê, çalakîyên xwe yên terorîstî derbasî dervey sinorên Îranê jî kirin û hêşta jî li ser çalakîyên xwe yên bi vî rengî dixebite. Bi dehan kardo û alîgirên HDK û KOMELÊ li Îraq û Başûrê Kurdistanê (bi taybetî li herêma Silêmaniyê) bi destê xulamok û terorîstên êstixbarata komara Îslamî ya Iranê hatin şehîdkirin. Lê berevajî daxwaza komara îslamî şerê partîzanî li Kurdistanê didomî û hakimiyeta dewleta navendî li Kurdistanê hê jî lawaz bû. Ji bona wê jî Refsencanî, Xaminêyî û berpirsyarê giştiyê êstixbarata Îranê (Elî Felahyan) hatin ba hev û ketin wê fikirê ku bi navê diyalogê xwe nêzî serokê giştiyê HDK Dr. Qasimlo biken û mejiyê hereketa Kurdên Rojhilatê Kurdistanê tune biken.

Yekemîn car li kanûna pêşî(Dêsambêr)a sala 1988'an û cara duyemîn li kanûna paşî sala 1989'an Dr.E. Qasimlo û nûnerên Komara Îslamî hatin ba hev. Ji destpêkê û di yekemîn dîtin de armanca berdevkên Komara Îslamî kuştina serokê Kurd Dr. Qasimlo bû, lê her du carên destpêkê derfet çênebû ku ew vê armanca xwe ya çewt cî bi cî bikin. Armanca wan ew bû ku serokê hêza herî mezin li Rojhilatê Kurdistanê razî biken ku bikeve xizmeta wan û qet behsa xwestekên Kurdan yên dîrokî meken. Lê Dr. Qasimlo berevajî vê xwesteka wan bi şêweyek mentiqî û zanistî berevaniyê ji xwestekên Kurdan yên meşrû û dîrokî dike.

 Şehadeta Qasimlo: Kurdan di hemû dîroka jiyana bi cîranên xwe re hertim xwestine ku bi rengekî aştiyane û bi biratî bi hevre bijîn, lê mixabin ew dewletên ku Kurdistan dagîr kirine tucaran nexwestine ku bi awayekî mentiqî li daxwazên netewa Kurd binêrin û lêkolîneke kûr li ser vê pirsa girîng biken. Dr. Qasimlo yek ji wan kesan bû ku ji bo cî bi cî kirina vê daxwaza dîrokî pir xebitî û bi hesreta gehiştina vê xwesteka mirovane heta canê xwe jî fîda kir.

Wek hat diyar kirin cara yekê li kanûna pêşî ya sala 1988'an rûniştina bi nûnerên komara Îslamiya Îranê û sekerterê giştiyê Hizbî Demokratî Kurdistan nemir Dr. Qasimlo dest pêkir. Di vê rûniştinê de terorîstên komara paşveroya Îslamî nekarîn armanca xwe ya gemer pêkbînin.

Cara duyemîn li kanûna paşî ya sala 1989’an dîsan peywendî hatin çêkirin, lê di vê peywendîya bi nav siyasî de jî, dîsan mirovkujên komara Îslamîya Îranê nekarîn armanca xwe ya hovane cî bi cî biken.

Roja 12 û 13'ê Mai sala 1989'an (12 û 13. 06. 1989) bo sêyemîn car dema ku berdevkên Komara Îslamî Hacî Mistefa Lacwerdî (serokê êstixbarata Îranê di hemû herêmên Rojhilatê Kurdistanê de), Ceefer Sehrarûdî (cîgirê beşa istixbarata hêzên pasdarên Îranê di Rojhilatê Kurdistanê de) û zilamek din bi navê Emîr Mensûr Borzorgyan ji bo gotûbêjê li Vîyena paytexta Avustirya hatibûn dîtina Dr. Qasimlo, ji nişkave zimanê silahên wan xwînrijan peyvî û bi du guleyên ku ji demanceya yek ji nûnerên dewleta Îranê derket Dr. Qasilo hat şehîd kirin. Piştre her du hevalên wî Dr. Fazil Resûl(3) û Ebdullah Qadirî Azer nûnerê HDK.I li Ewropa jî hatin şehîd kirin.

Di vê bûyerê de herçend Ceefer Sehrarûdî jî birîndar bûbû û tiştekî eşkera bû ku destê wî û hevkarê wî Hacî Mistefa Lacwerdî di vê cinayeta hovane de heye, lê mixabin bi bêy ku îdareya asayiş û polîsên Avusturya di piratîkê de ji bo girtina wan karekî biken, Ceefer Sehrarûdî piştî tedawîyê (di nexweşxaneyeke paytextê Avusturyayê de) çû balyozxaneya Îranê û di roja 22. 07. 1989’an de bi bê asteng ji vî welatî derket û çû Tehranê ku ji Refsencanî û Xaminêyî re bibêje: Me fermana we baş cî bi cî kir û hertişt li gor daxwaza me birêve çû...

Çend rojan Emîr Mensûr Bozorgiyan jî ji aliyê polîsê Avusturyayê ve hat girtin û hukimê girtina wî jî bi fêrmî hat dayîn, lê dewleta Avusturyayê hukimê girtina wî jî hilanî û ew jî ber bi Tehranê hat bi rêxistin.

Belê bi vî rengî serok û nûnerekî din yê şoreşa Kurdistanê di welatekî Ewropa de ku her roj zêdetir ji xwarina rojane navê mirovperwerî û demokrasiyê tînin ser ziman û li ser zagûnên wê diaxivin, bû fîdayê protokolên aborî. Xêzana Dr. E. Qasimlo û Hizbî Demokratî Kurdistan li dijî vê cinayetê şikayetnameya xwe teslîmî dewleta Avusturiya kirin û heya niha mehkeme bêsûd hê jî didome.

 Berhem: Berhemê herî navdar û girîngê Dr. Qasimlo ku têza doktoraya wî ye, pirtûka wî ya bi navê "Kurdistan û Kurd" e ku bi şêweyek akademîk û zanistî lêkolînên wî di vê pirtûkê de hatine nivîsandin. Ev kitab yek ji çavkanîyên herî ilmî û baş e ji bo nasandina dîrok, aborî û xebata siyasîya Kurdan bi gelên cîhanê ku bi awayekî berfirehtir pirsgirêka gelê Kurdistanê nas bikin.

"Kurdistan û Kurd" heya niha bi çendîn zimanên zindî yên cîhanê (Inglîzî, Erebî, Farisî) hatiye wergerandin.

Dr. Qasimlo bi hûrbînîyek temam hemû aliyên pirsgirêka Kurd di vî berhemê xwe yê pirbar de şirove kirine.

Çavkanî: Çavkanî: Kakşar Oremar, ji 14mîn salroja şehîdkirina nemir Dr. Qasimlo




                                       Leyla Qasim

Leyla Qasim
(
1952 Xaneqîn 12.05.1974 Bexdad) yek ji wan keçaye ku di dîroka siyasiya Kurdistanê de weke pêşeng û qehremanek şoreşger tê bi nav kirin

 

Jiyan û biserhata jiyana şehîd Leyla Qasim

Jiyana Leyla Qasim tijî bi êş û zehmetî, ku bi hovîtî û tirajêdiyek ji aliyê dewleta Baasiyên şovenîst û qetilkar ve hat bi dawîkirin, pênaseya kesayetiya siyasi ya jina Kurd, ku Leylayê bi serfirazî nûnertî jê re kir, bi awayekî eşkere dide xuyakirin.

 

Leyla keça Qasimê kurê Hesene. Di sala 1952an de li Banmil yê ser girêdayê bajarê Xaneqîn û şîrketa petrolê ya bi navê Elwendê li Başûrê Kurdistanê di nava malbateke hejar û welatperwer de hat dinê.Bajarê Leyla Xaneqîn jî weke bajarê Kerkûkê ji ber kanên petrolê hertim bi siyaseta enfalkirinê re rû bi rû maye û heta roja îro jî, siyaseta asîmîlasyonê li wir berdewame. Kurdên bajarê Xaneqînê jî, di dema şoreşa Îlonê de bi germî beşdarê şoreşê bûn û di vê doza Kurdistanê gelek şehîd dan.

 

Bavê Leyla Qasim karkerekî palavtin (tesfîye)a neftê li şîrketa Elwend bû, ku piştî xanenişîn kirinê li sala 1971'an malbata wan koçî bajarê Bexdayê kirin.Xwîşk û birayên Leyla Sebîhe, Selam, Sefa û Selah tev jî di karê xwendinê de xwendevanên zîrek bûn û heryekî ji bilî karê xwendinê bi xebatên cur be cur dixebitîn, ku ji bo alîkariya debara jiyana malbata xwe ya bavê xwe yê karker û dayika xwe ya zehmetkêş biken. Ew herçend malbatek feqîr bûn jî, lê xwe pir bextewer dihesibandin û bi keda destên xwe jiyanek tijî xweşbînî bi hevre didomandin. Bav û dayika wan şev û rojan dixebitîn ku pêwîstiyên zarokên xwe bi cîh bikin.

 

Di Sala 1958an de Leyla dest bi xwendina xwe ya dibistanê kir û li bajarê Xaneqîn jî xwendina xwe ya navendî dawî kir. Ji ber ku Leyla ji temenê zarokatiya xwe de hejarî û feqîriyê ditibû, xewna azadiya Kurdistanê jî didî û tam û evîna Kurdayetiyê roj bi roj di fikr û ramanên wê de şirîntir û bihêztir dibûn.

 

Herçend ku Leyla Qasim di temnek kêm û hê jî ciwan bû, lê ji zarokatiyê pir bi aqil, şareza û têgihiştî bû û baweriya wê bi wekheviya keç û kuran hebû. Ev nîşana yekê bû ji bo selmandina vê rastiyê ku Leyla Qasim dixwaze li ser roya demokrasiyê heta canê xwe jî fîda bike.

 

Leyla bi riya birayê xwe yê mezin şehîd Selam Qasim ku bi şêweyek nihînî endamê Partî Demokratî Kurdistana Iraqê bû sala 1970’an bi fêrmî bû endama wê partiyê û xebata xwe ya ji bo doza netewa xwe di nava xwîndevanên Kurd de dadestpêkirin. Piştî wê li bajarê Bexdayê lîse jî qedand û dûre sala 1971’an di para edebyatê beşê sosiyolojî li zanîngeha bajarê Bexdayê hat pejirandin.

 

Ji sala 1972’an di nava bajarê Bexdayê de liv û lebata yekitiya xwendevanên Kurdistanê herçend îstixbara Beesîyên Iraqê her der û hertişt kontrol dikirin, roj bi roj zêdetir dibû. Li wan salan piraniya hêz û bizava şoreş Kurdan ya di bin rêbertiya PDK-I de li çiyayên başûrê Kurdistanê û herêmên azadkirî de civiyabû. Ji bona wê jî dema Leylayê dît ku herkes dibêje:

 

" Kurd tenê dikarin li gund û çiyan serî hildin û jin nikarin tevî karê mêran û xebata şoreşgerî bibin û xebatên jinan ji yên mêran cuda ne, biryar da ku tevî xwendevanên xurt bi awayekî aktîvtir û berfirhetir xebata xwe ya Kurdayetiyê li bajarên Iraqê û bi taybetî jî li Bexdayê zêdetir bikin."

Roja 28. Nisana sala 1974'an (28. 04. 1974) Leyla û çar hevalên wê (Hesen Heme Reşîd, Nerîman Fuad, Azad Silêman Mîran û Cewad Hemewendî, hatin girtin

 

Rejîma xwînmij a Iraqê di roja 12 .05.1974 an de seet 7 ê berê sibê Leyla Qasim û hevalên wê îdamkirin.

 

 

 
Gerila Tv
 
Bernama Ciwan
 
 
Free Counter
 
Diese Webseite wurde kostenlos mit Homepage-Baukasten.de erstellt. Willst du auch eine eigene Webseite?
Gratis anmelden