Nameya Îhsan Fetahiyan
Nameya Îhsan Fetahiyan wiha ye: “Dema roj diçe ava tîrêjên wê yên dawî, riyek nîşanî min dane ku ez vê nameyê binivîsim. Dengê pelên daran ên payîzê ku di bin lingên mirov de dikin qirçînî, bang li min dikin û dibêjin, dev jê berde bila biweşin. Ev dema ku ez niha tê de me, nîşana riya azadiyê ye. Ez tu carî ji mirinê ne tirsiya me. Ez germahiya mirinê his dikim û nas dikim. Ji ber ku mirin hevalê min ê herî kevn e...
Bi rastî dema ku mirov nameya şehîdê nemir Îhsan Fetahiyan dixwîne êdî hemû gotinên mirov pûç û bê wate dimînin. Nameya ku tîrojên roja ku diçe ava û li ber dengê pelên payîza temenê xwe yê ciwan nivîsandiye rastiya zordestan tîne berçav û rastiya berxwedana mafdar a gelê kurd ê azadîxwaz li ber çavan radixe û di rûyê mirovahiya ker û lal de diqîre. Dewleta wehşetê ya qaşo îslamî li ber çavên cîhanê tevî ne tenê ciwanekî kurd lê di şexsê wî de daxwazên rewa ên kurd bidarve dike. Bi vê darvekirinê re bersiva herî watedar jî dîsa di nameya Fetahiyan de ye, dema ku dibêje bi kuştina min an jî bi kuştina bi hezarên ciwanê kurd ên weke min hûn nikarin pirsgirêka kurd û Kurdistanê ji holê were rakirin, ev xeyaleke pûç e.
Ev nameya watedar ne tenê ji bo rejîma xwînxwar a Îranê lê belê ji bo hemû zordestan nameyeke watedar û nîşana berxwedan û baweriyekê ye. Dê her tim ev gotinên te ji bo hemû şoreşgerên hevalên te bibe êzingên berxwedaneke watedar û çawa ku Mazlûm û Egîdan navên xwe bi tîpên zêrîn di dîroka berxwedana gelê kurd de nivisandin te jî li ser riya bi hezaran Egîdên bênav, navê xwe bi tîpên zêrîn di dîroka şehîdên Kurdistanê de nivîsand.
Heta bi kêlîka dawî ji jiyana xwe te li ber xwe da û ew pihîna ku te li kursiyê bin lingê xwe de dîsa nameya cegerdariya te û amadekariya te ya şehadeta di vê riya pîroz de bû. Ew hem nerazîbûna te ya li dijî bê edaletiyê û zilmê bû, hem nerazîbûna ji bêdengiya mirovahiya ker û lal bû, hem qîrîna di rûyê zordestan de bû ku bi zordestî û kuştinê ew nikarin kurdan ji daxwaza mafên wan dûr bixin.
Wekî min got ez çi bêjim dê pûç û bê wate bimîne li hember name û gotinên şehîdê nemir Fetahiyan lewra bila roj dereng biçe ava, bila pelên daran bê deng bibin, bila his û deng ji kesekî dernekeve bila her kes û her tişt bê deng bibe û li nameya te guhdarî bikin.
Nameya Îhsan Fetahiyan
Nameya Îhsan Fetahiyan wiha ye: “Dema roj diçe ava tîrêjên wê yên dawî, riyek nîşanî min dane ku ez vê nameyê binivîsim. Dengê pelên daran ên payîzê ku di bin lingên mirov de dikin qirçînî, bang li min dikin û dibêjin, dev jê berde bila biweşin. Ev dema ku ez niha tê de me, nîşana riya azadiyê ye. Ez tu carî ji mirinê ne tirsiya me. Ez germahiya mirinê his dikim û nas dikim. Ji ber ku mirin hevalê min ê herî kevn e.
Ez yek ji dergûşên mirovahiyê Kirmanşanê hatim dinê û min li wir dest bi jiyanê kir. Min li vir zilm û sîtem his kir. Ji ber vê çendê li ez li gelek riyan geriyam da ku ji vê rewşê derkevim. Lê mixabin hemû li pêşiyan min hatibûn girtin. Ez ji hebûn û nasnameya xwe bê par mabûm. Ji ber vê çendê ez neçar mam ku derkevim derveyî sînor. Ez bûm peşmêrgeye/gerîlayê Kurdistanê.
Ez tu caran ji şûna lê ji dayik bûme qut nebûm. Carekê ji bo serdanê çûm cih û warê xwe, lê ez hatim girtin. Ji ber îşkenceya hovane ya li min hat kirin û helwesta li hemberî min hat nîşan dan, min fêm kir ku dawiya vê yekê mirinê. Piştî vê îşkenceya giran û rewşa tecrîdê ya ez tê de mam, 10 sal cezayê girtîgehê li min hat birîn. Lê belê dozgeriya bajarê Sine ev ceza veguherand dardekirina min. Di hevdîtina min a dawî bi dozgerê Sine re, wê demê li xwe mukir hat ku ceza ne qanunî, lê belê siyasî ye û got, ew ê vî cezayê bicih bînin. Wê demê min jî fêm kir ku ceza siyasî ye.
Eger stemkar û desthilatdar difikirin ku bi kuştina min wê pirsgirêka kurd û Kurdistanê ji holê were rakirin, ev xeyaleke pûç e. Ew ê tu carî bi mirina min û ya hezaran ciwanên weke min nikaribin bigihêjin armancên xwe. Her mirinek jiyaneke nû bi xwe
re tîne.” |
|
DILDARÊ AMEDÎ
Qullen Roja Ciwan |